Dayika Aştiyê Sakîne Guven li Meclîsê hat binçavkirin 2019-01-15 13:03:24   ENQERE - Dayika Aştiyê Sakîne Guven a 65 salî, ji bo civîna koma HDP’ê bişopîne ya hat Meclîsê, hat binçavkirin.   Dayika Aştiyê Sakîne Guven a 65 salî, ji bo civîna koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê bişopîne ji Stenbolê hat Meclîsê, di ketina deriyê Dîkmen a Meclîsê de ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Hat diyarkirin ku Sakîne bi hinceta lêpirsîneke ku derbarê wê de hatiye vekirin ji bo îfade bide hat binçavkirin.   Polîsan Leyla Guven a binçav kirin, birin Edliya Enqereyê.