Di encama serdegirtina malan de yek jê zarok 7 kes hatin binçavkirin 2019-01-15 11:30:24   AMED - Leşkeran li gundên navçeyên Licê, Hazro û Karazê di qedexeya 23 gund û taxan de operasyon pêk anî û bi ser 11 alan de girt. Leşkeran di serdegirtina malan de yek jê zarok, ji heman malbatê 6 kes bi giştî 7 kes binçav kirin.    Walîtiya Amedê duh li 23 gundên navçeyên Licê, Hezro û Karazê yên Amedê qedexeya derketina derve îlan kiribû. Qedexeyê duh saet li 06.00'an dest pê kiribû û pişt re operasyona eskerî hatibû destpêkirin. Walîtiyê Qedexe, duh bi şev saet di 24.00'an de rakir. Di operasyona eskerî de eskeran bi ser 11 malan de girt. Eskeran li gundê Helhelê yê Hezroyê bi ser gelek malan de girt. Eskeran ji heman malbatnê Hasan Tekin û kurê wî Yahya Tekin bi sedema cezayê wan hatiye erêkirin, binçav kirin. Mulkiye Tekîn jî bi sedema di 3'ê Îlona 2018’an de pevçûn derketiye û der barê wê de biryara binçavkirinê heye binçav kirin. Eskeran Rukiye û Fevziye Tekin jî bi îdîaya “propaganda rêxistinê kirine" ew binçav kirin. Mulkiye Tekin li gel keça wê yê 2 salî Roza Tekin binçav kirin. Bi vî rengî ji heman malbatê 1 jê zaroka 2 salî bi giştî 6 kes binçav kirin.    Walîtiyê di daxuyaniya xwe de qala zaroka 2 salî nekir, lê diyar kir ku di serdegirtina malan de M.O. jî di navde 6 kes hatine binçavkirin.