Sala 2018’an a parêzvanên jiyanê berxwedan bû 2018-12-30 09:22:27   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Li Tirkiyeyê zirara li xwezayê ku gihiştiye asta bi xeter di 2018’an de jî bi pêşnûmeqanûn û biryarnameyan sermaye veguherî sergoyê enerjiyê. Şerê ku bi hişmendiya mêr li dijî xwezayê hatiye destpêkirin didome û jinên xwedî li qadên jiyanê derketin jî berxwedan li ser milên wan bilind bû.   Bi Santrala Nuklerê ya Akkuyu û Turk Akîmî re, sermayeya Rûsyayê erênî hat dîtin û parêzvanên jiyanê 2018 bi berxwedana li dijî santralên enerjiyê da destpêkirin. Bi krîza xwezayê re gol, bi santralên termîkê re çavkaniyên avê ziwa bûn û cureyên sewal û nebatan tune bûn. Li Çemê Menderes, Çorlu û Ergeneyê zindî jehrî bûn û mirin. Masiyên yunus 3 caran li peravê xistin.   Xweza kirin alava şer   Li bajarên kurdan qirkirina xwezayê hat jiyîn, bi taybet li qadên bejayî ji ber operasyonên leşkerî bi hezaran hektar qad şewitîn. Texrîbata xwezayê li dijî welatiyên li wan deran dijîn wek alava şer hat bikaranîn. Li Dêrsîm, Wan, Amed û Mêrdînê qirkirina daran hat jiyîn û bi HES’an gel koçber kirin. Ji 2015’an heta niha li Amed, Dêrsîm, Şirnex, Mêrdîn, Êlih, Çewlîk, Bedlîs, Colemêrg û Sêrtê bi hezaran hektar erezî tune bûn.   UNESCO, BM, UNİCEF, WWF, Greenpeace jî li dijî van komkujiyan bêdeng man. Heskîf û Sûr pêşkêşî sermayê hat kirin. Li Gobeklî Tepe beton hat rijandin.    Tevî hemû geşedanên neyînî parêzvanên mafên mirovan berxwedan û li Munzurê hemû projeyên HES’ê hatin betalkirin, jinan li Aydin, Îzmîr, Mersîn, Mereş, Ordu, Eskîşehîr û Stenbolê li dijî JES, HES, santralên termîk û enerjiya nuklerê berxwe dan.   Kronolojiya sala 2018’an ya parêzvanên mafan jiyane:   Çile   *Doza li Dadgeha îdarî ya Rîzeyê ya ji bo rakirina biryara ‘qada sît a xwezayî’ ya Geliyê Arili ya Findikliya Rîzeyê hat qebûlkirin.    *Jinên Danamandirali ya Sîlîvriya Stenbolê balkişandin se zirarên kana keviran a li gund hatiye vekirin û xwestin bê rakirin. *Li Bodrumê masiyê yunus yê hatibû qetilkirin li peravê xist.   *Dadgeha Destura Bingehîn , daxwaza CHP’ê ya betalkirina Qanûna Tûrik ya 6663 red kir û vîze da binavkirina Heskîfê.   *Li taxa Dedeyazi ya Akçadag a Meletiyê şêniyên taxê bertek nîşanê kana madenê ya hat xwestin bê çêkirin, dan.   *Ji aliyê EPDK’ê ve ji bo santrala Nuklera Akkuyu vîze hat dayîn û li dijî vê bi daxwaza xweza tê telakirin doz hat vekirin û biryara red hatibû dayîn, lê doz dîsa hat xerakirin û wê dîsa bê dîtin.   *Şaredariya Boluyê li ser bertekan îhaleya wê li Parka Tabîata Golcukê bihata çêkirin betal kir.    * Li Çekmekoy qada leşkerî ji îmarê re hat vekirin.   *Projeya Turk Akîmî wê li gundê Kiyikoy a Vîzeya Kirklarelî pêk bê.   *Xezalek li gundê Kale ya Borçka di çem de fetisî.   * Projeya HES’ê ya dihat plankirin li Çemê Tortum bê çêkirin hat betalkirin.   *Dadgehê destur neda ku JES a Kuşadasi li aliyên Sokeyê belav bibe.   * Li Kofçaz a Kirklarelî ji bo kesê ku xezal qetilkirin hezar û 455 lîra cezayê pere hat birîn. *Li Erzîn a Hatayê şaredar Kasim Şîmşek 300 darên zeytunê birî.   *Dadgeha bilind pêkanîna cemawerîkirina lezgîn ya ji bo santrala termîkê ya li Tekîrdag û Sîlîvriyê betal kir.   *Doza kuştina cotkarên bi navê Alî Ulvî û Aysîn Buyuknohutçu yên li Fînîkeya Antalyayê li dijî kana mermer li ber xwe dan hatin qetiklirin hat dîtin.   *Welatiyên Eskîşehîrê li dijî santrala komirê ya termîkê daketin kolanan.   Sibat   *Li Edîrneyê 500 kuçik winda bûn.   *Li Hinis û Pasînler cureyek nebatê ya nû ya endemîk hat dîtin.   * Li dijî santrala termîkê ya Çerkezkoy welatî li ber Odeya Sanayî û Bazirganiyê ya Çerkezkoy hatin cem hev û mijar protestokirin.   * Li parka Maçka 199 dar hatin birîn.    *Li Dêrsîmê li dijî kanên keviran bertek hat nîşandan û biryar hatin rawestandin.   Adar   *Li Orduyê Keleha Kurul bi dînamîtê hat teqandin.   *Bi qanûna tûrik ya hat derxistin pêşiya depokirina bermahyên nuklerê hat vekirin.   * Li Gobeklîtepe ya Rihayê beton hat rijandin.   * Li navçeyê Kabuduz û Altinordu ya Orduyê li dijî HES’ên hat xwestin bên çêkirin, dadgehê ji bo rapora ÇED’ê biryara rawestandinê da.   *Şêniyên taxa Dedeyazi ya Doganşehîr a Meletiyê li dijî kana madenê têkoşîn dan.   *Projeya Wezareta Bajarvanî û Derdorê amade kir a ‘Qada rekreasyona Geliyê Dîcleyê’ dest pê kir.   Nîsan   *Li taxa Buyukecelî ya Gulnar a Mersînê hîmê santrala Hêzê ya Nukleera Akkuyu hat avêtin.   *Li Kuşadasi 2 caretta caretta li peravê xist.   *Li Qoser a Mêrdînê jinan Kana Kirêcê ya Nuhoglu protesto kirin.   * Li Samandagi li dijî RES’ê li Keşîşxaneya Sîmon parêzvanên maf ji bo rawestandin biryarê serî li Daniştay dan.   * Li Amedê qada 28 hezar û 500 metrekareyî ya Midûryeta Herêma Bejayî bi kar dianî ji Wezareta Karê Diyanetê re hat veqetandin.   * Li Erdîşa Wanê li VOTAŞ’ê 7 hezar darên fêkî hatin birîn.   Gulan   *Li taxa Altinova ya Suleymanpaşa a Tekîrdagê masiyekê yunus li peravê xist.   Hezîran   *Li Gazîemîr a Îzmîrê bermahiyên radyoaktîv yên fabrîka Sedat Avci Kurşun hat tespîtkirin û tevî vê tiştek nehat kirin.   Tîrmeh    *Li Cizîrê di çalên kanên xîzê de 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan.   * Li Erdexanê yekane qada daristana herêma Hoçvan ket bin tehdîda tunekirinê.   *Li Artemîta Wanê qeyûm plaj bi xîzê tije kir û zirar da hevsengiya xwezayê.   *Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê der barê bendavên li ser Çemê Botanê tên çêkirina pêşnûmepirs da wezareta bajarvanî û hawirdorê.   * Li navçeya Banaz a Uşak û navçeya Bodruma Muglayê şewat derket.   *Li Nisêbîna Mêrdînê li herêma Omeryan di encama operasyonan de şewat derket û bi sedan dar şewitin.   Tebax   *Li Bakirçay bi hezaran masiyan li peravê xist.   *Li Alîagaya Îzmîrê petrola rizyabû behrê heta perava Yenî Foça çû.   *Li bajaroka Gokçebag a Sêrtê di baxçeyên fistikan de şewat derket û bi dehan dar şewitîn.   *Li Wanê Sulava Bêgiriyê ji bo rekreasyon û restorasyonê dewrê şîrketekê hat kirin.   *Li Şirnexê bi sedan hekar qada darisatnê hat şewitandin.   * Li ser riya Bedlîs-Amedê li nêzî Buzlupinarê şewat derket.   Îlon   *Ji ber bermahiyên vala kirin behrê bi hezaran masî mirin.   *Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogullari îdiayên mirina bi 10 hezaran masiyên kefal bir meclîsê.   Cotmeh   *Li Çinarê fosîlek zindiyê behrê ya bi navê ‘nummulît’ hat dîtin.   *Parçeyê yekem yê Deriyê Roma yê Heskîfê hat barkirin.   *Li Şemrex a Mêrdînê darên mazî hat ji bo hewza siyanurê ya Etî Bakir hat birîn.   Mijdar   *Li çemê Menderes yê Mezin ji bo santralên termîk çal hatin vedan û vê jî çem kir bin xetera rîska ziwabûnê.   Kanûn   *Li Gêla Amedê ji ber kapaxek Çemê Dîcleyê qût bû welatiyên xaniyên wan li Geliyê Dîcleyê malên xwe terk kirin.