‘Tirkiye wê veguhere sergoyê cîhanê’ 2018-12-19 09:01:44   ÎZMÎR - Berdevka Demî ya EGEÇEP'ê Parêzer Berrîn Kaya diyar kir ku bi qanûna tûrik a nû hatiye derxistin re wê pêşiya santralên enerjiyê yên li perav û behran bê vekirin û wiha got: “Poşetan bi pereyan difroşin û bi vê mantika ‘bedela wê bide derdorê qirêj bike’ tê pêkanîn. Tişta em qirêj dikin pêşeroj e. Tirkiye wê veguhere sergoyê cîhanê.”   Qanûna der barê guherîna Qanûna Derdor û Hinek Kanûnan di rojnameya fermî de hat weşandin û ket meriyetê. Berdevka Platforma Derdorê ya Egeyê (EGEÇEP) Berrîn Esîn Kaya daxuyakirin ku wê bi qanûna turik re perav ji santralên enerjiyê re bê vekirin û Tirkiye di bin xeteraya ku veguhere sergoyê enerjiyê de ye.   ‘Mantika ‘yên pere bidin wê xwezayê qirêj bikin’ dikin dewrê’   Berrînê destnîşan kir ku qanûn gelek mijaran dihewîne û mijara herî zêde di çapemeniyê de hatiye nîqaşkirin ‘firotina poşetan e’. Berrînê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mantika ‘pere bide derdorê qirêj bike’ seqet e. Divê bi giştî hişmendiya  çandî ya civakî bê guherîn. Weke ku derdorê diparêzin, dikevin hewayê lê gelek xalên bi xeter lê hatine zêdekirin û ev jî bi guman û qestî ye.”   ‘Pêşeroja civakê tê qirêjkirin’   Berrînê di berdeamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku bi qanûna hatiye derxistin wê behr û perav ji santralên enerjiyê re bên vekirin û wiha pê de çû: “Ev qanûna ku bandorê li ser nifşan û hemû zindiyan dike bêyî ji saziyên civaka sivîl û odeyên pîşeyî bên pirsîn hatiye derxistin. Ev jî wê rê li ber pirsgirêkan vebike. Tişta hûn qirêj dikin pêşeroja wan e. Civak erê bike jî divê hinek tişt neyên kirin. Bi guherîna qanûna peravan re behr wê ji santralên enerjiyê re bên vekirin.Ger santralên heyî yên li Tirkiyeyê baş bên bikaranîn wê enerjî têr bike. Xweza ji sermayeyê re tê vekirin.”