Li Efrînê dîrok tê tunekirin û UNESCO bêdeng e 2018-12-12 11:37:24   Sozda Oremar   ŞEHBA - Piştî êrîşên li ser Efrînê gelek cihên dîrokî hatin hilweşandin û gelek alavên dîrokî jî ji aliyê komên li Efrînê hatin dizîn û li welatên cuda hat firotin. Serlêdana gelê Efrînê ya UNESCO'ye jî bê bersiv ma.    Efrîn di warê dîrokî de cihekî girîng e. Ji dîrokê heta niha zêdetir ji Kurd lê jiyaye û tevî Kurdan malovantî ji şaristaniyên cuda kiriye. Piştî êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk û komên girêdayî wê gelek berhemên dîrokî hatin talankirin û dizîn. Gelek şaristanên wekî Hurî, Mîtanî, Roma, Yewnan û Împaratoriya Bizansan ji Efrînê derbas bûne. Li Efrînê 72 girên dîrokî, 5 ke, 5 pirên dîrokî hene.    Heta niha 16 hezar parçe hat dizîn   Di encama êrîşên TSK û komên girêdayî wê de gelek camî, dêr û warên dîrokî zirar dîtin. Tê diyarkirin ku heta niha li Efrînê 16 hezar parçeyên dîrokî hatine dizîn. Jêderkên herêmî tînin ziman ku pirtûkek dîrokî li Efrînê hatiye dîtin û komên li wir dest xistine ser.    Hevseroka Esera Esmihan Ehmet wiha got:"Cihên dîrokî yên li Efrînê bi tunebûnê rû bi rû hatiye hiştin. Berhemên dîrokî hemû hatin dizîn. Di destên me de belge û dîmenên vê yekê hene. Li dijî dîrokî sûcê mirovatiyê dikin û UNESCO li dijî vê yekê bêdeng e. "   'Divê em li dîroka xwe xwedî derkevin'   Esmihanê wiha got:"Ez bang dikim ku hemû kes li dîroka xwe xwedî derkevin. Divê li dijî dagirkeriyê em bêdeng nemînin. Divê li dijî sûcê mirovatiyê kesek bêdeng nemîne. Divê em li dîroka xwe xwedî derkevin."