'Xebata ji bo paqijiyê xebata ji bo tenduristî û aramiyê ye' 2018-12-06 09:19:51   Ronîda Hacî   HESEKÊ - Hevseroka Beşa Ekolojiyê ya Şaredariya gel Hemdiya Hisên diyar kir ku paqijî parastina mirovan ji nexweşiyan dike, mirov aram dike û wiha got:"Paqijî çanda Newtewa-Demokratîk e. Divê em hemû kes di warê paqijiyê de hewl bidin."   Hevseroka Beşa Ekolojiyê ya Şaredariya Gel a Bajarê Til Temirê ya Kantona Hesekê Hemdiya Hisên da zanîn ku paqijî xwedî derketina li tendurustiya mirovan e û wiha axaftina xwe domand: "Li Bajarê Til Temirê karkerên paqijiyê rojane dadikevin kolanan û bajar paqij dikin. Her wiha divê gel jî di vî warî de alîkariya me bike. Em dixwazin çanda paqijiyê di mejiyê gel de bidin rûniştandin."   'Li tenduristiya xwe xwedî derkevin '   Hemdiyayê di dewama axftina xwe de wiha got: "Em dixwazin ku çanda netewa-demokatîk ku xwe ji her aliyê jiyanê, berpirsiyar dibîne û têra xwe dike, di nav gel de belav bibe da ku yek ji bo her kesî û her kes ji bo yekî kar bike. Ev pergal di heman demê de dûrî sîstemên baviksalarî  ye. Ji ber vê jî erka hemû kesî ye ku ji bo tenduristiyê xizmetê bikin ."   'Xebata ji bo paqijiyê xebata ji bo tenduristî û aramiyê ye'   Hemdiyayê balkişand ser qirêjiya ku bandora xwe li ser tendirustiya mirovan dike û got:"Em neçar in ku firoşgehên di warê paqijiyê de ne baldar in ceza bikin. Bi paqijiyê xwezaya bajar tê parastin û mirov xwe ji nexweşiyan diparêzin. Loma xebata ji bo paqijiyê xebata ji bo tenduristî û aramiyê ye. Em bi daran bajar dixemilîne, ji bo paqijiyê xizmet dikin û mirovan ji nexweşiyan diparêzin û lewma ji vê demê û pêş ve em ê li her kolanên bajêr daran biçînin û gelê xwe ji nexweşiyan biparêzin. Paqijî çanda Newtewa-Demokratîk e. Divê em hemû kes di warê paqijiyê de hewl bidin. Li Bajarê Til Temirê karkerên paqijiyê rojane dadikevin kolanan û bajar paqij dikin. Her wiha divê gel jî di vî warî de alîkariya me bike. Em dixwazin çanda paqijiyê di mejiyê gel de bidin rûniştandin."