Li Mîksê darên guzan yên 200 salî hatin birîn 2018-12-05 09:10:27   WAN - Hat diyarkirin ku li Mîksê darên guzan yên ku tê gotin li dora 200 salan e hebûn û ji aliyê şaredariya DBP'ê ve dihatin parastin piştî ku qeyûm tayînî şaredariyê hatin kirin ji ber ku nehatin parastin hatine birîn.    Navçeya Mîksê ya Wanê ku bi xweşkahiya xwezaya xwe tê nasîn li gel erdnîgariya xwe ya kesk bi çileyê xwe yê dijwar û bi barîna berfa zêde ku lê dibare tê naskirin.  Ji ber ku nîvê salê zêdetir navçe dibinê berfê de ye di nava gel de navekî wê din jî "gerstêrka 9'emîn e" ev navçeya ku weke parçeyek ji bihuştê ye di van rojan dawî de bi qirkirina xwezayê ku lê tê kirin di rojevê de ye.    'Şaredariya DBP'yî ew diparastin'   Li gorî agahiyên ku hatin girtin, qeyûmê ku tayînî şaredariya Partiya Herêmên Demokratîk ( BDP)  hat kirin ji ber ku 60 darên guzan ên temenê wan li dora 200 saliye ye ku li gundikê Şaxa ne ne parastine hatin birîn. Welatiyên li herêmê diyar kirin ku şaredariya DBP'yî dema ku li ser kar bûye her dem li herêmê digeriya kontrola daran dikir û notirvanan jî li ber daran nobet digirt. Hin welatiyên ku li Gundikê Şaxa dimînin diyar kirin ku hin mirovên li gundik dimînin ev dar bê agahî birîne û ji ber ku ji kokê de hatine birîn careke din nema dikarin şîn bibin. Welatiyan wiha berdewam kir: "Ji ber ku darên guzan ji kokê de hatin birîn nema dikarin şîn bin. Hin mirov birîna daran ji bo xwe wekî pîşe dibînin. Beriya qeyûm şaredariyê xwezaya navçeyê diparast lê pîtî ku qeyûm hat tayînikirin xwezaya navçeyê tê talankirin."