Nifşê Pisîka Wanê li ber tunebûnê ye 2018-12-01 09:06:25   WAN - Pisîka Wanê ya bi taybetiyên xwe li cîhanê wek wan tune ye, ji ber mudaxaleyên bêpergal ên mirovan nifşê wan li ber tunebûnê ye. Pisîkên Wanê, tenê li Wan û demsalên ku taybetiya erdnîgariya Wanê dihewîne dijî. Ji ber vê jî dema derdikeve derveyê vê demsalê jiyana xwe ji dest didin.   Pisîka Wanê bi pirça xwe ya spî, çavên xwe yê şîn û zer li cîhanê cureyek dişibe wê tune ye. Taybetiyek wan a din jî ev e ku ji bilî Wanê nikarin li cihekî din bijîn. Heta salên 2000’î hema hema li her kolanên Wanê dihatin dîtin lê niha pir kêm bûne û li cihên diyarkirî tên dîtin. Sedema vê jî, bêpergaliya mirovan e û êdî pisîka Wanê veguheriye alava bazirganiyê.   ‘Gelek ji mirov û avê hez dikin’   Zîlan Ergîn Oguz a li Mala Pisîkên Wanê dixebite wiha dibêje: “Ev der ji bo ku pisîk bi awayekî xwezayî zêde bibin hatiye avakirin. Piştre jî pisîkan berdidin derve. Temenê pisîkan heta 12 û 17 salan e.”   ‘Ji pisîkên din cuda ne’   Zîlanê diyar kir ku pisîka Wanê ji pisîkên din cudatir in û wiha pê de çû: “Çavên pisîkên Wanê yek şîn yek zer an jî yek şîn yek kesk e. Rengê wan spî ye. rengên din jî hene. Ji av û mirovan pir hez dikin. Tenê li Wanê dikarin bijîn. Gelek ji zarokan hez dikin. Yên tên Wanê dixwazin pisîkên Wanê bibînin. Mirov eleqeyek mezin nîşan didin. Dixwazin bikirin lê em naxwazin bifroşin. Berovajî vê em dixwazin pisîkan bibin ji wan re. Ji ber nifşê wan ber bi tunebûnê ve diçe.”