Projeya ku Çemê Menderesê ziwa dike nemaye bikeve meriyetê 2018-11-29 09:01:13   Melîke Aydin   AFYON - Welatiyan diyar kirin ku Santrala Termîk a Ulukoy ku tê plankirin bê çêkirin wê hemû zindiyên Dînar û derdora wê biqedîne û ligel vê wê çavkaniya çemê Menderes ê hezar salî ye jî ziwa bike.    Ji aliyê Kuzu Holdîng û Enerjiya Elektîrîk û Madenê ya KLK A.Ş ve tê plankirin ku li gundê Seyîtler a Dînar a Afroyê Santrala Termîkê ya Ulukoy bê çêkirin. ÇED’ê jî ev biryar qebûl kir. Di demek nêz de wê înşata santralê bê destpêkirin û li Deşta li Dombayê wê 2 hezar bîr bê vekirin û ev jî ji niha de dibe sedema kêmbûna ava Çemê Menderesê.    Gundî diyar dikin ku niha ava wan têrî wan nakin û kaniyên ku sewalên xwe lê av didan jî ziwa bûne. Komira wê bi rêbaza tunelê bê bidestxistin, ji bo 3 santralên termîk ên tên avakirin, wê rojê 980 ton bê kişandin.   Li gorî lêkolînên ku hatine kirin, qirêjiya hewayê ya santrala termîk afirandiye, bandorê li ser 100 kîlometreyî dike. Wê santral bandora neyînî li ser hemû zînweran bike.