‘Krîza ekolojîk bi siyasîbûnê dikare bê çareserkirin’ 2018-10-27 09:09:23   Sîbel Ozalp   ÎZMÎR - Hevberdevka Partiya Çep a Keskan Eylem Tuncaellî diyar kir ku yek ji sedemên krîza ekolojîk a li Tirkiyeyê ee ku pirsgirêka ekolojiyê nebûye polîtîk û got: “Partiya Çep a Keskan an jî HDP, ne ji bo propagandayê ji bo parastina qada jiyanê tê. Divê em hêdî hêdî vê çareser bikin. Ev bi siyasîbûnê dibe.”   Hevberdevka Partiya Çep a Keskan û endezyara hawirdorê Eylem Tuncaellî diyar kir ku texrîbata xwezayê her diçe zêde dibe û got ev mijarek polîtîk e û wiha pê de çû: “Sermaye dibe global. Em dibin biyanî. Di çareserkirina guherîna demsalî, pirsgirêkên civakî û derdorê de, demokrasiyek xurt tune be ev çareser nabe.”   Eylemê diyar kir ku Tirkiye der barê krîza ekolojîk de di alî tazmînkirin, çareserkirina xisarê de tu pêngavek erênî navêje û ev tişt bi lêv kir: “Niha ji bo krîza aborî bê çareserkirin, xwezayê wek depoya madeyên xam bi kar tînin. Pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê, prensîba qirêjkirinê ye. Wisa berê wan didin ekolojiyê. Heta em hatine astek ‘çiqas perê te hebe evqas qirêj bike’. Ger razemeniyek tê kirin bila di alî pêşketinê de bê kirin. Em niha nikari bîhna xwe bigirin. Pirsgirêk pir in.”   ‘Ji krîza ekolojîk herî zêde xizan bi bandor dibin’   Eylemê di berdewamiyê de bi lêv kir ku her sal ji ber lehiyê gelek kes dimirin û hîna jî ew çavkaniyên avê ji rantê re vedikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qadên jiyana me her diçe tên tengkirin, qadên şîn tên tunekirin. Lê wek tê zanîn çavkaniyên avê, ax û hewayê bi sînor in. Her vê krîza ekolojîk wê xizan bi bandor bin. Ji ber guherîna demsalî ya global koçberiyan dest pê kiriye û ji 5 mîlyonî zêdetir penaberên demsalî hene. Ev kî ne, ev hemû mirovên xizan in.”   ‘Pirsgirêka ekolojîk nabe polîtîk’   Eylemê destnîşan kir ku di serî de jin aliyên ji vê krîzê bi bandor dibin divê bên cem hev têkoşîna xwe bi rêxistin bikin û got yek ji pirsgirêka herî esas a krîza ekolojiyê ev e ku pirsgirêka ekolojiyê nabe polîtîk. Eylemê ev tişt bi lêv kir: “Kesên ditirsin ev mijar bibe polîtîk nayên cem hev. Lê em qanûn û mevzuatê dikarin bi hevkariya parêzeran biguherin. Partiya Keskan û HDP ji bo propagandaya xwe nayên wir. Ji bo parastina wê qadê tên wir. Divê em hêdî hêdî vê çareser bikin. Ev bi siyasîbûnê dibe.”