‘Çemê Menderesê dike zuha bibe’ 2018-10-20 09:19:33   AYDIN - Ji rêveberiya AYÇEP’ê Gonul Hastaoglu diyar kir ku li Aydinê JES rê li ber pirsgirêkên tenduristî û derdorê yên cidî vedikin û got ji ber vê êdî gel destûrê nade. Gonulê wiha got: “Li Dînarê li ser Parka Suçikan ji ber satnralên termîkê tên avakirin, me agahî girt ku wê av biherike bin erdê û Menderes jî wê ava wê ziwa bibe.”   Santralên Enerjiya Jeotermal (JES) yên 7 sal berê li Aydinê hatin destpêkirin, li bajar rê li ber pirsgirêkên cidî yên tenduristî û derdorê vekir. Li gorî lêkolînên Platforma Derdorê ya Aydinê (AYÇEP) got bi zeytûnan re ji sedî 50 bi hêjîran re jî ji sedî 30 û bi kestaneyn re jî ji sedî 30 hilberîn kêm bûye. Li gorî daxuyaniya Odeya Zîraatê ya Aydinê jî genimê ku hilberîna wê 750 hezar kîlo bû îsal daketiye 350-400 hezar kîloyî.   Ji rêveberiya AYÇEP’ê Gonul Hastaoglu got gaza sulfurê li xwezayê belav dibe û wiha got: “Divê bermahîn neyê valakirin ku av qirêj nebe. Lê cohên avê, çem û Menderesê qirêj dike. Li Aydinê rêjeya pençeşêrê zêde bûye. Em rastî metalên giran ên radon, arsenîk û civayê tê. Di dawiya 41 rojî de li derdorê belav dibe û xweza zirarek mezin dibîne.   ‘Li Kizilcakoyê jin li berxwe didin’   Gonulê destnîşan kir ku şîrket îdia dikin ku JES bi fêde ne û qada îstîhdamê diafirînin û wiha got: “Li Emîrdoganê gel destûr neda. Li Kizilcakoyê jî jin li dijî projeya 120 çalî li berxwe didin. Jinên gund dibêjin ew naxwazin zarokên wan jehrî bibin û axa xwe ji wan re bihêlin.”   Gonulê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ji ber bermahiyên sanayiyê yên Uşak û Denîzliyê Çemê Menderes ji xwe qirêj dibû û niha jî ji ber bermahiyên JES’ê gelek qirêj dibe û li Herêma Soke Kafa jî bi tonan masî mirine.