Li AOÇ'ê bi sedan darên li ser rê hatin birîn 2018-10-17 09:06:47   Habîbe Eren   ENQERE - Şaredariya Bajarê Mezin, di sînorê AOÇ'ê de ku qada SÎT û dîrokî ye ji bo xebatên rê qirkirina daran pêk anî. Seroka Odeya Mîmaran a Enqereyê Tezcan Candan Karakuş diyar kir ku betonkirina AOÇ’ê ya ku kezeba Enqereyê ye, bajar bê vîzyon dike û got wê serlêdana sûc bikin.   Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê li sînorê Çewlîka Daristana Ataturk (AOÇ) ku yek ji qadên xwezayî û dîrokî ya SÎT’ê ye ji bo xebatên rê bi sedan dar birîn. Odeya Mîmaran a Enqereyê bûyer di cih de tespît kir. Odeya Mîmaran da zanîn ku ekîbên şaredariyê bi kepçeyan dar parçe kirin û bi sedan dar hatine birîn.   Seroka Odeya Mîmaran a Enqereyê Tezcan Karakuş Candan bertek nîşanî bûyerê da û got ev ji bilî bêvîzyonhiştina bajar tu tiştek din nîne û got di pêvajoyek ku pirsgirêka xurekê tê jiyîn de betonkirina qadeke wisa ya ku piştgiriyê dide xurekê bi tendurist, nîşaneya bê vîzyonhiştina bajar e.   Wê serlêdana sûc bê kirin   Tezcanê bi lêv kir ku li navendên bajaran ên cîhanê ku hîna nû faaliyetên çandinî dikevin rojevê, AOÇ 93 sal berê hatiye avakirin, lê niha li wir komkujiyek tê kirin û got: “Em ê derbarê di serî de şaredarê bajarê mezin Mustafa Tune û wezîrê Hawirdorê Murat Kurum û wezîrê daristanê Bekîr Pakdemîr û rayedarên têkildar de serlêdana sûc bikin. Derbarê qadê de dozek me ya din jî heye. Şaredariyê niha jî hemû hevsengiya ekolojiyê serobino kiriye û bi awayekî dijhiqûqî dest bi xebatan kiriye. Bi sedan dar hatine birîn. Kesên bi hedefa ku pêşeroja me tune ye bikin derketine rê wê hesabê vê li ber darazê bidin.”   Tezcanê her wiha daxuyakirin ku di 3’emîn salvegera Komkujiya Gara Enqereyê ya 10’ê cotmehê de jî şaredarî bi şev ketiye qadê û komkujiya daran pêk aniye.