Dêrsim ji çar hêlan ve tê şewitandin 2018-09-27 15:57:25   DÊRSIM - Şewata  3 bi mehan e li Dersimê didome, ji şeva din ve belavî çar aliyên bajêr dibe.    Şewata daristanan a piştî operasyona leşkerî li Dersimê rû dan, ji şevê din ve belavî çar aliyên bajêr dibe. Şewatên heyî li herêma Ahpanos a navçeya Pulur, herêmên Geliyê Roj, Harsî, Arekî û Zargovît berdewam dikin. Şewata li qada bi sedan hektar erd didome, belav dibe. Îro jî li cihê Pîlvenk a girêdayî navenda bajêr şewatê rû da.    Bi operasyon re Mazgêrt jî dişewite   Li aliyê din, duh bi şev li navçeya Mazgêrda Dersimê, di encama operasyonê de  li herêmên Kale û Geban şewat derket. Hat diyar kirin ku şewat heya  gundê Kale hatiye û ji ber operasyonê, ji bo ketin û derketina gundiyan destûr nayê dayîn.