Çiyayê Cûdî dîsa dişewite! 2018-09-26 12:45:04   ŞIRNEX - Li Çiyayê Cûdiyê ku ji havînê de bi bi şewata daristanên lê di rojevê de ye disa şewat derket.   Li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê  ku ji havînê de bi şewata daristanên lê di rojevê de ye îro dîsa şewat derket. Şewata ku li nêzî bajaroka Dêrgulê derket hîna tu mudaxele lê nehatiye kirin. Şewat li herêma çiyê ku ji bajêr ve jî tê dîtin derket.   Di hefteya buhurî de jî li nêzî heman herêmê şewat derketibûn  û bi sedan dar şewitî bûn.