‘Kapîtalîzmê ba û roj jî qirêj kir’ 2018-09-24 09:06:58   ÎZMÎR - Ji Meclîsa Ekolojiyê ya HDP’ê Ayşegul Demîrkol diyar kir ku wan bi salan li dijî polîtîkayên enerjiyê yên zirarê didin xwezayê gotine ‘ Roj û ba têrî me dike’ û têkoşîna xwe meşandine û wiha got: “Lê em dibînin ku ew jî bûne tekel.”   Desthilatdariya AKP’ê li her derê Kurdistan û Tirkiyeyê HES ava kiriye li ser axên dewlemend jî santralên termîkê ava dikin. Herî dawî li Akkuyu ya Mersînê hîmê santrala termîkê hat avêtin. Ji Meclîsa Ekolojiyê ya HDP’ê Ayşegul Demîrkol diyar kir ku polîtîkayên enerjiyê hilweşînê bixwe re tîne û wiha got: “Me di bernameya li dijî Nuklerê de bi gotina ‘ roj û ba têrî me dike’ dest pê kiribû. Belkî ev pêvajoyek 10-15 salane. Lê me dît ku ew jî bûne tekel.    ‘Divê hewcedariya enerjiyê ji herêmî diyar bibe’   Ayşegulê daxuyakirin ku ew wek HDP dixwazin ku enerjiya nuklerê bê qedexekirin û got ew her tiştê ku zirarê dide pergala ekolojîk ji herêmî rêxistin dikin û hewl didin vebêjin û wiha got: “Ji herêmî hewcedariya enerjiyê bê diyarkirin dikare pêşî li hilweşîna ekolojîk bê girtin. Dewlet erezî û qadên daristanê ji nedîtîve tê û tê de ‘riyên duble’ vedike. Bi vê re jî zirarek mezin dide. Me wek HDP zirarên vê projeyê ji berê de ragihand.   ‘Divê tora piştevaniyê bê pêşxistin’   Ayşegulê destnîşan kir ku gel bi giştî û bi taybet jî li Behrareş çanda têkoşînê bi hev re pêş dixe û wiha pê de çû: “Divê piştevanî bi rêxistinbûnek mezin bê meşandin. Li Behrareş têkoşînek hebe divê agahiya Akdenîzê jê hebe. Em di serdema ragîhandinê de dijîn. Derfet jî hene. Hewldanên krîmînalîzekirina HDP’ê didomin û tevî vê em li herêman di platformên ekolojiyê de cih digirin. Em ji damezrandinê heta avakirinê ya Platforma Dijberî Nukleerê de jî cih digirin. Ev têkoşîn nêzî 25-30 sale didome.”   Ayşegulê êrîşên cendermeyan a li hemberî gundiyan jî nirxand û ev tişt vegot: “Keyayekî ji me re got; ‘Mirov çawa anarşîst bûne, me ew dît. Ji ber ez axa xwe diparêzim, ez li dijî tiştê ku zirarê didin min.Lli şûna cenderme min biparêzin êrîş dikin.’ Gel vê yekser dijî. Gundî êdî kî ‘terorîst e’ bi çavên xwe dibîne.