Di şewatên dawî de li Cûdiyê darên fistekan tune bûn 2018-09-23 09:06:52   ŞIRNEX - Li Çiyayê Cudî di hefteyekê de du caran şewat derket û bi dehezaran hektar qad tune bûn, bi sedan darên fisteqan jî şewitîn. Gundiyan diyar kir ku darên wan ên mabûn jî şewitîne û her tim di bin navê operasyonan de darên wan tên şewitandin.   Di demên dawî de bi operasyonên leşkerî re di şewatên daristanan de zêdebûn çê bûye. Heta niha di şewatên derketine de bi sedan hektar qad tune bûne û her wiha ji ber nahêlin mudaxaleyê şewatê bê kirin jî, agir bi rojan didome. Li Çiyayê Cudî yê li Şirnexê ye rojek berê şewat derket û du rojan berdewam kir. Di encama vê de bi hezaran hektar daristan şewitîn. Şewat ji bajar ve jî hat dîtin û nêzî 200 darên fistekan jî hatin şewitandin.   ‘Leşkeran destûr nedan’   Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, bi hinceta operasyon heye bombebaran hatiye kirin û gundiyên ji bo temirandina agir çûne jî ji aliyê leşkeran ve hatine sekinandin û li GBT’an hatiye mêzekirin. Gundiyekî ku ew jî ji bo temirandina agir çûbû diyar kir ku li qadê leşker hebûne û wiha got: “Çawa me şewat dît em bi traktorê çûn. Em çûn herêmê leşker li wir bûn. Yekî jî tiştek nedikir. Me ji qerekolê ji bo temirandina agir destûr girtibû lê leşkeran nehişt. Em herî dawî ketin qadê û ji me re gotin ‘herêma operasyonê ye, tiştek bi we bê em nikarin ewlehiya we bigirin’. Me êvarê agir temirand lê sibehê dîsa heman tişt bû.”   Welatiyekî din jî bi lêv kir ku hema hema her sal darên fistekan tên şewitandin û got: “Her sal tên şewitandin. Çend darên me mabûn. Me baş lê mêze dikir. Lê bi şewata dawî re ew jî şewitîn. Ger ev der herêma operasyonê ye wê demê em çima li vir çandiniyê dikin, em her tim tên vir?”   Pêşnûmepirs şûnde vegerandin!   Parlamenter û rêveberên HDP’ê ji bo li dijî şewatan di çapemeniya civakî de rojevê biafirînin, ketibûn nav hewldanan. Lê di hinek çapemeniyan de bi nûçeyên wek ‘HDP’î hewl didin operasyonan asteng bikin’ hedef hat nîşandan. Di rojên borî de jî parlamentera Şirnexê ya HDP’ê Nuran Îmîr jî der barê şewatan de pêşnûmepirsek da meclîsê lê şûnde hat vegerandin.