‘Qeyûm bi hiqûqa dijminahiyê xwezayê talan dike’ 2018-09-22 09:12:26   Rengîn Azîzoglu   WAN - Parlamentera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe, diyar kir ku qeyûm polîtîkaya hiqûqa dijminayê pêk tînin û di serî de gola Wanê hemû xwezayê talan dike û got Şaredariya DBP’ê ji bo Gola Wanê xebata parzûnkirinê dabû destpêkirin û ew jî hatiye betalkirin û wiha got: “Wisa biçe 25 sal emrê Gola Wanê maye. Em ê li dijî van bêdeng nemînin.”   Qeyûmên tayînî şaredariya DBP’ê ya Wanê û 11 navçeyên wê bûn polîtîkayên texrîbkirina mîrateya çandî û xwezayê meşand. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Bedî Ozgokçe bi lêv kir ku qeyûm bi pêkanînên ji hiqûqa dijminahiya AKP’ê xizmet dikin derketine pêşberî wan.   Bedîayê diyar kir ku qeyûmên tayînî şaredariya Wanê û navçeyên wê bûne sûcên dij mirovahiyê dikin û hemû xebatên şaredariyên DBP’ê yên der barê çand û ziman de tune kirine. Bedîayê wiha got: “Îmze avêtin polîtîkayên talankirina vê xwezayê. Hemû pêkanînên ku derdorê qirêj dike û dibe sedema karesatê niha di dewrê de ne. Mêrgên gundiyan tên tunekirin û niha li ser wan erdan an çewlîgên hespan an jî Santralên Enerjiya Rojê (GES) tên avakirin.   ‘Mêrgên gundiyan tên dagirkirin’   Bedîayê wiha got: “Li mêrga gundê Dîlkaya ya Artemîtê çewlîga hespan hatiye avakirin. Qadên ku gundî sewalên xwe biçêrînin nemaye. Ev polîtîkaya talanê ye. Li ser Pira Şeytan a Bêgiriyê a di sedsala 19’emînde hatiye çêkirin asfalt hatiye rijandin. Ev bi kîjan mêjiyê tê îzahkirin. Hemû nirxên gel tên tunekirin. Qada ku Sulava Bêgiriyê jî tê de ye ji bo 49 salan bi kirê dane fîrmayekê.”   ‘Projeya parzûnkirina ji bo Gola Wanê hat betalkirin’   Bedîayê balkişand ser qirêjiya Gola Wanê jî û ev tişt anî ziman: “Gola Wanê îro bi destên mirovan tê tunekirin. Emrê Gola Wanê her diçe kêm dibe. Bi salane em hişyariyan dikin û em xebatan dimeşînin. Projeyek me, mijara gotinê bû. Projeya parzûnkirina golê bû. Lê piştî qeyûm hatin tê dîtin ku ev proje hatiye sekinandin. Gola Wanê canê me, bîhna me ye. Divê Gol bê parastin. Lê mixabin wisa biçe pispor dibêjin 25 sal emrê Gola Wanê maye. Bi dehan carî min pêşnûmepirsên der barê Gola Wanê de da meclîsê. Lê mixabin bi dengên AKP-MHP’ê hatin redkirin.”    Bedîayê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku qeyûm ne wek memur wek serokên navendî yên AKP’ê dixebitin û dijminahiyek mezin nîşan didin. Bedîayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tevî hemû bangên me yên hestiyariyê, qeyûman rexne kirine. Gotine ‘li serê me bûne hawirdorparêz. Bêguman peywira me ye ku em Gola Wanê biparêzin. Di destê we de raye hene Birêz Qeyûm. Derfetên bê sînor hene. Hûn destên xwe bikin bin kevir em jî piştgiriyê bidin. Em ê li dijî van pêkanînan tu car bêdeng nemînin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”