Kanên komir û keviran çavkaniyên ava Cudî qirêj dikin 2018-09-21 09:50:35   ŞIRNEX- Kanên kevir û komirê yên li kontarên Çiyayê Cudî, zirarek mezin didin çavkaniyên avê. Gundiyan diyar kir ku toza ji kana keviran dertê tevlî avê dibe û gotin: “Wisa biçe wê kes nikaribe avê bi kar bîne.”   Kanên keviran yên bi navê hejmar 1 û 2 tên binavkirin yên li kontarên Çiyayê Cudî, jiyana mirovan û xwezayê dikin xeterê. Kanên ku tevî bi salane dijqanûnî tên xebitandin, tu tedbîra wan nayê girtin û ji 2014’an heta niha di qezayên têde hatine jiyîn de 14 karkerî jiyana xwe ji dest daye. 15 karker jî birîndar bûne. Kanên ku hîna vekirine û dixebitin, 140 metre di bin erdê de ne.   Tevlî avê dibe   Ji bilî kanan, li kontarên Çiyayê Cudî jî çêkirina kanên nû destpêkiriye û ji niha de zirarek mezin dide avên çavkaniyan. Welatiyên gundê Cîfaneyî diyar kirin ku ava  berê paqij dihat niha hemû axe û sewal jî ji vê qirêjiyê bi bandor dibin.   ‘Wisa biçe em ê bi kar neynin’   Jina bi navê Emîne Bîrlîk destnîşan kirin ku êdî bi vê avê nikarin berhemên ji bo xwarinê  jî bişon û wiha pê de çû: “Me berê bi vê avê her tiştê xwe dikir. Me xwarinên xwe hemû pê çêdikirin. Lê niha ji ber kana keviran em nikarin bikin. Ji ber axê av bi bandor dibe. Bi her teqîna dînamîtekê re zêdetir qirêj dibe. Gundî zêdetir bi bandor dibin.