Gundiyên li dijî JES’ê berxwe didin: Sedema israra we çi ye? 2018-09-19 09:15:38   Melîke Aydin   AYDIN- Tevî hemû bertekan li gundê Kizilca tê xwestin ku JES bê çêkirin. Li gund gel li dijî JES’yan bi şev roj nobetê digirin. Gundî diyar dikin ku ji ber JES’yan tenduristiya wan xera bûye û pirsa ‘sedema vê israra we çi ye’ ji Walî kirin.   Li gundê Kizilca ya navçeya Efeler a 3 km nêzî Bendeva Îkîzdere ya Aydinê ye tê xwestin Santrala Enerjiyê ya Jeotermal (JES) bê çêkirin. Gundiyên Kizilca bi şev û roj nobetê digirin. JES ya ku ji aliyê Holdînga Kar a Gur ve tê xwestin bê çêkirin û ji bo rapora ÇED’ê jî serlêdan kiriye, wê bandorek neyînî li ser herêmê bike. Gundî diyar dikin ku bandora JES’ê wê ne tenê li ser gund, li ser zindiyên Havza Menders û ava vexwarinê bike û Îzmîrê jî bike bin tehdîdê. Gundiyan got wê heta dawî berxwe bidin.   ‘Nexweşiya penceşêr û mirin di rêza yekem de ne’   Endama Platforma Çand û Derdorê ya Aydinê (AYÇEP) Senîha Gundogdu destnîşan kir ku piştî avakirina JES’yan , Aydin di bûyerên nexweşiya penceşêr û mirinên dê û pitikan ketiye rêza yekem û got hewcedarî bi santrala tune û wiha pê de çû: “Hewcedariya me bi van tune. Aydin herêma çandiniyê ye. Hêjîrên me hişk dibin. Zeytûnên me hişk dibin. Çandinî qeyda. Dema çandinî tunebe debare jî tune. Divê em pêşerojek xweş ji zarokên xwe re bihêlin.”   ‘Wê hemû Aydin û herêm di bin bandora vê de bimîne’   Jina bi navê Emîne Toker ya di eniya pêş ya berxwedanê de cih digire ji bo pêşî li JES’an bê girtin banga yekitiyê kir û anî ziman ku li herêmê tê plankirin ku 120 termal bên çêkirin û heta taxa Mîmarsînan a navçeya Efeler çûye û got wê ev JES bandorê li ser hemû Aydin û herêma Egeyê bikin.   Jina bi navê Zehra Dogrul jî wiha got: “Em ji zûde ye zirarên santralan dijîn. Em nikarin bîhna xwe bigirin. Berhem ji ber kukurtê dirize. Ji niha de firingiyên me rizyan. Keda me vala diçe. Berê berhemên me heta zivistanê em dibirin. Lê niha di mehekê de rizya her tiştê me.   ‘Sedema israrê çi ye?’    Jina bi navê Leyla Çiyanşen jî daxuyakirin ku ji bo zarokên xwe ji egzoza bajar biparêzin hatine gund û got: “Ji bilî gundê min cihekî ez biçim tune. Divê em ji nûve vegerin jiyana xwezayî. Bi armanca berxwedana me bişkînin ceyran birîn. Cenderme şandin gund. Fêdeya jeotermalan ji şîrketan re heye. Dewlet û şîrketan ev tişt anîn serê me. Ez ji şaredara Aydinê Ozlem Çerçîoglu daxwaz dikim bila dest nede ser. Cenderme ne cendermeyên gel in. Ger wisabûna wê em biparastana.Lê emê li pêş vê bisekinin. Emê nehêlin sondajê bikin. Divê em hemû gundî bibin yek.Ez ji Walî dipirsim; ‘Sedema vê israrê çi ye?”