Şaredariya DBP’ê ava kir qeyyûm xera dike! 2018-09-17 09:03:23   WAN - Parqa ku ji aliyê şaredariya DBP’ê ya li  Taxa Arçekê ya Riyaarmûşê hatibû çêkirin, niha ji ber piştguhkirina qeyûman, ji çop û kavilan gel nikare lê rûnê.    Piştî ku qeyyûm tayînî şaredariyên DBP’ê hatin kirin şûnde pêkûtiyên wan berdewam dikin. Gelek projeyên ku di dema şaredariyên DBP’ê de hatibûn destpêkirin ji aliyê qeyyûman ve hatine sekinandin. Di sala 2015’an de ji aliyê  gerînendehiya parq û baxçeyan a Şaredariya Riyaarmûşê ve li qerexa golê ya Taxa Arçekê parq hatibû çêkirin. Di parqê de borûyên  çavdêriyên çûkan, lengergeh û qada geştê hatibûn çêkirin. Her wiha li derdora parqê dar hatibûn çandin. Di her hatine meha  demsala biharê de gel ji bo geştê  berê xwe dida parqê. Niha ji ber çopê gel nikare li parqê rûnê. Di heman demê de kevirên parkeyê ji cih hatine rakirin û  wisa hatine hiştin.    Her tiştek di parqê de heye!   Parqa ku di dema şaredariya DBP’ê de  piştî xebateke mezin şûnde hatibû çêkirin, niha ji ber çop û kavilan  gel nikare lê rûnê. Gel bertek nîşanî bêberpirsyariya qeyyûm da û got ku divê qeyyûm dev ji xizmeta mijûlkirinê berde.