Agirê daristanê yê Hatayê hat kontrolkirin 2018-09-14 12:11:35   HATAY/ANTALYA -  Agirê ku bi daristanên Navçeya Belenê ya Hatayê ketibû hat kontrolkirin. Agirê ku bi daristanên Antalyayê ket hewl tê dayin ku bê vemirandin.    Do di saetên şev ên dereng de li Navçeya Belena Hatayê ji ber teqîna trafoyê agirê ku derket hat vemirandin. Piştî ku yên li herêmê agahî dan şûnde ekîbên Muduriyeta Daristanê hatibûn herêmê. Bi 7 bafirok, 47 arazoz, 3 dozer, 10 personelên teknîkê û bi 250 karkerên vemirandinê mudaxeleyî agir kirin û agir hat kontrolkirin.    Hat diyarkirin ku 30-40 hektar qad zirar dîtiye.    Antalya   Li Herêma Goynuka Navçeya Kemera Antalyayê agir bi daristanan ket û xebatên ji bo vemirandinê agir didomin. Li qadekê agir hat kontrolkirin. Lê  li hinek herêman hîn agir nehatiye vemirandin. Nehat hînbûn ku agir ji bo çi derketiye.