Gundiyên santralê naxwazin: Kê ji kê diparêzin 2018-09-08 09:13:07   ÎZMÎR - Tevî hemû bertekan li gundê Başkoy tê xwestin JES bê çêkirin û tîmên tevgera taybet şandin gund. Jinan bertek nîşan dan û gotin ku hûn kê ji kê diparêzin.   Li gundê Başkoy ê navçeya Tîre ya Îzmîrê tê plankirin ku Santrala Enerjiyê ya Jeotermal (JES) bê çêkirin û ji ber vê li gund pvçûn derket û li ser vê tîmên tevgera taybet şandin gund. Tîmên ku hat îdiakirin bi armanca ewlehiya gund hatine, rastî bertekên gundiyan hatin û gundiyan gotin; "Hûn kê ji kê diparêzin.Em ê heta dawî li dijî JES’ê têbikoşin."   Di navbera kesekî alîgirê şîrketa Pozîtîf Enerjiyê de û xwediyê erdê ku tê xwestin santral lê bê çêkirin pevçûn derket û piştre tîmên tevgera taybet hatin gund. Gundiyan diyar kirin ku tîmên tevgera taybet ne ji bo parastina gundiyan ji bo parastina şîrketê hatine gund.   ‘Aramiya gund xera kirin’   Nazîfe Kolbaş destnîşan kir ku dumana JES a li gundê Poskoy hatiye avakirin bi ser gundê wan de jî tê û ji ber vê hewa qirêj bûye, pirsgirêkên tenduristiyê tên jiyîn û wiha got; “Em JES’ê li gundê xwe naxwazin. Hatin me nehişt. Debara me hêjîr û zeytûn in. Tîm bi hinceta şer hatine. Li gundê me em hemû xizmên hev in. Heta niha li gundê me tu tiştek tunebû. Aramiya gundê me vê şîrketê xera kir.”   Gundî di nobetê de ne   Hatîce Araci jî bi lêv kir ku wê serî li hemû riyên hiqûqî û rewa bidin û wiha pê de çû: “Du rojan carê tên. Em gundî diçin bi wan re diaxivin. Soz didin û dibêjin em nayên, lê carek din tên. Jİ ber jeotermalê hêjîrên me ji 7-8 tonî daketin 3-4 tonî.”   ‘Kê ji kê diparêzin’   Jina bi navê Emîne Dudu Oral jî daxuyakirin ku yekane çavkaniya debara gundiyan hêjîr, zeytûn û tiriye û wiha got: “Em ne karmend in. Em gundî ne. Em bi çandiniyê re mijul dibin. Piştgiriya dewletê tune ye. Em bi xwe karê xwe dikin.  Cenderme bi ser me de anîn. Ma gelo kê ji kê diparêzin.”