Bi hênikbûna hewayê re çûkên Flamîngo dest bi koçberiyê kirin 2018-09-06 09:09:56   WAN-Her sal Gola Wanê,  Akgol û Arçek yên li Wanê  molavaniya çûkên Flamîngo  dikin. Çûkên ku her sal ji bakurê Afrîkayê tên Wanê piştî ku hewa hînik dibe dest bi koçberiyê dikin.   Çûkên Flamîngo ku her sal hewzaya Gola Wanê ji wan re malovaniyê dike, vê salê derbasî Gola Erçekê jî bûn. Flamîngoyên ku her sal di demsala havînê de li hewzaya Gola Wanê, Akgol û li Gola Erçekê bi cih dibin piştî ku hewa hînik dibe dest bi koçberiyê dikin. Çûkên Flamîngo ku her sal tên Wanê herî zêde cihê xwe li Gola Erçekê ku ji bi sedan cureyên çûkan re malovaniyê dike çêdikin.      Her sal li  gel germbûna hewayê rêwîngiya çûkên Flamîngo dest pê dike. Rêwîngiya van çûkan  ji Bakurê Afrîka heta ji bajarê Urmiyeyê  dest pê dike û heya  gola Wanê, Erçek û Akgolê didome. Çûkên ku her serê sibehê li ser golê  bazkên xwe  vedikin û difirin eleqeyeke mezin dibînin. Îsal li gel gola Wanê, Gola Arçekê û  Akgolê jî molavanî ji Flamîngoyan re kir. Bi hatina demsala Payizê çûk ber bi bakûrê Afrîkayê koç dikin.