Polîtîkaya ji salên 90’î heta niha neguheriye: Şewata daristanan 2018-09-05 09:12:53   AMED - Di serî de Dersîm seranserê havînê li Kurdistanê bi sedan hektar daristan hatin şewitandin. Ne tenê dar, sewal û zindî jî tune bûn. Ev bi raporên hat weşandin derket holê û nîşan dide ku polîtîkayên 90’î didomin.   Erdnîgariya Kurdistanê bi şewatan tê tunekirin û tevî bertekên gel û aliyên bi hestiyar şewatên li Kurdistanê didomin.    Dewlet qanûnan binpê dike   Serokatiya Daîreya Yekitiya Ewropayê û Têkiliyê Derve ya Wezareta Daristan û Hawirdorê di 26’ê Mijdara 2008’an de di çarçoveya Peymana RIO de, bi Projeya Nirxandina Kapasîteya Neteweyî ya Tirkiyeyê (NCSA) re diyar kir ku wê di mijara cureyê biyo, demsal, sewal, nebatan de kapasîteyek neteweyî pêk bîne. Ligel vê bi Peymanên Cureyên Biyolojîk a NY, Peymana Têkoşîna li hemberî Çolterbûn a NY’ê, Peymana Cartagene, Plana Çalakiya Derdorê a Navneteweyî û gelekên din faliyetên pêş xistin û lêkolînê meşandin. Lê tevî van hemûyan li Kurdistanê bi hinceta ewlehî û operasyonan bi hezaran hektar qad şewitîn.   Destûr nadin gel bitemirîne   Li herêmên ku wek ‘herêma ewlehiya taybet’ hatine îlankirin de ji bo temirandina şewatê, gel tê astengkirin û HDP’ê der barê vê polîtîkayê de di Tîrmeha 2015’an de raporek amade kir. Di raporê de ji bo şewatên daristan û gundan ên Cudî, Licê, Pasur, Akkuyu, Karakoçan Perî Golanê, analîzên Teoman Dîkerler li ber çavan tê girtin.   9 hezar hektar hat tunekirin   Di heman raporê de pêşnûmepirsa parlamenterê DTP’ê Hamît Geylanê ya sala 2008’an jî cih digire û Hamît di pêşnûmepirsê de dibêje heta niha li Kurdistanê çend şewatên daristanan derketine û çend hektar qad şewitiye, li şûnê çiqas dar hatine çandin. Bersiva wezîrê Hawirdor û Daristanê Veysel Eroglu jî wiha ye: “Li herêma Rojhilat û Başurê Rojhilat di navbera 1990-2008’an de 390 daristan şewitîne, bi van şewatan re 9 hezar û 100 hektar daristan şewitiye. Qadên şewitîne jî dar lê tên çandin.”