Kevokê Dahir: Jin xweza bi xwe ye 2018-09-05 09:02:32   Ronîda Hacî    TIL TEMIR - Jina kedkar Kevokê Dahir çandiniyê beşek ji jiyana xwe dibîne û her sal bi evîneke mezin baxçeyê xwe diçîne û lê dinêre. Kevokê dibêje ku ew ji xwezayê gelekî hez dike û divê jin û xweza parçeyên ji hev in.    Jina bi navê Kevokê Dahir ku 55 salî ye, xwediyê 5 zarokan e û li Gundê Til Necma yê Til Temirê dijî anî ziman ku ew bi çandiniya fêkiyan hem xwe çalak hês dike hem jî pêdiviyên xwe safî dike û dibêje:"Dema ku ez çandiniyê li baxçeyê xwe dikim ez gelek bextewar dibim. Ez bi xwezayê re dibim yek. Em jin xweza bi xwe ye."   Kevokê Dahir diyar kir ku ew ji dayika xwe hînî çandiniyê bûye û got:"Ez di nava baxçeyê xwe de îsot, bacan, bamî, firingî, xiyar diçînim. Bi çandina fêkiriyan em gelek pêdiviyên xwe yên xwarinê safî dikin û yên ku zêde dimînin jî em difiroşin û di heman demê de em li cîranê xwe jî belav dikin. Xweza çawa ku afirîner e, jin jî afirîner e. Ez jî her dem di nava hewldana afirîneriyê de me da ku kêrî malbat û civakê bêm."   'Divê em xwezayê biparêzin'   Kevokê bi lêv kir ku jin xweza bi xwe ye û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ji bo em feyzê ji xwezayê bigirin divê em xwezayê biparêzin. Em dema ku bi hesasiyetekê nêzî xwezayê bibin wê demê em ê gelek bextewar bin. Bi taybet jî jin. Çimkî dema ku ez çandiniyê li baxçeyê xwe dikim ez gelek bextewar dibim. Ez bi xwezayê re dibim yek. Em jin xweza bi xwe ye."