Li Colemêrgê şewitandina daristanan 2018-09-04 10:40:23   COLEMÊRG - Şewat bi daristanên dinavbera gundên Keha Hemzo û Harê yên Colemêrgê ket. Bi hinceta “Herêma Ewlekariya Taybet” destûr nayê dayîn kes derbasî herêmê bibe.     Li qada Xwarê Maqorkê, Navdeşt û Rêhla Hirça ya dinavbera gundên Keha Hemzo û Harê yên Colemêrgê de, şewat bi daristanan ket. Bi hinceta “Herêma Ewlekariya Taybet” destûr nayê dayîn kes mûdaxileyê şewatê bike û her ku diçe şewat belav dibe.    Welatiyekê ku nexwest navê xwe bide, diyar kir ku şewata li herêmê rûda belav dibe û got: “Dewlet destûr nade em herin herêma şewatê û mûdaxileyê şewatê bikin. Lê ew bixwe jî vê şewatê navemirîn in. Li vê derê hemû dar û bi sedan zindî bi şewatê re tune dibin. Divê demildest mûdaxileyê vê şewatê bê kirin. Ger şewat neyê vemirandin, dê belavî gelek herêman bibe.”