Şewata li ser rêya Cizîr Hezexê hat vemirandin 2018-08-29 15:42:51   ŞIRNEX – Di encama şewata li kêleka rêya Cizîr û Hezexê derket de bi hektaran qad şewitî.    Li kêleka rêya di navbera navçeyên Cizîr û Hezexê yên Şirnexê de duh şewat derketibû. Welatiyan mudaxeleyî şewatê kir û vemirandin. Şewat dirêjî heta bajarokê Deştadarê ya girêdayî Hezexê bû û bi hektaran qad şewitî û bû xwelî.    Herwiha hat ragihandin ku ji ber şewata derket gellek dar, rez û baxçeyên li derdorê jî zirar ji şewatê dîtin. Nehat zanîn ku şewatê ji ber çi sedemî derketiye.