‘Em ê Artvînê biparêzin’ 2018-08-28 09:13:12   ARTVÎN-Hulya Dokur li Artvînê ji ber li dijî madenê derket, neçar ma dukana xwe ya ku berhemên organîk difirot bigire. Hulya niha berhemên xwe li ser tezgahan difroşe û diyar kir ku bi dehan esnafên wek wê hene û got ew ji zextan natirse, wê tu car dest ji parastina Artvînê bernede.   Hulya Dokur ya li hember lêgerîna madenê ya li nêzî Cerattepe ya Artvînê tê kirin derket, ji ber zextên li ser wê neçar ma dukana xwe ya berhemên organîk difroşe bigire. Hulya niha berhemên ji baxçeyê xwe digire li ser tezgahê difroşe û wiha got: “Di dukana me de nivîsên wekê ‘Em Artvînê diparêzin’, ‘Em li dijî madenê ne’ hebûn. Me ev nivîs ranekirin. Ekîbên şaredariyê pisgirêk derxistin. Me dukan girt. Wek me bi dehan esnaf hene. Me dîsa jî dest ji têkoşînê berneda.”   Hulya ku li Artvînê hatiye dinê  û li Artvînê dijî madenê wek ‘şer’ bi nav dike û di têkoşîna li hember madenê de ji serî de li eniya herî pêş cih digire. Hulya bi lêv dike ku ew xwediyên van axan e û van deran nadin şîrketan, heta dawî wê li dijî madenê têbikoşin.   ‘Esnafan tenê dihêlin’   Hulyayê bi lêv kir ku ew bi hingivê organîk û çandiniya baxçe debara xwe dikin û ev tişt anî ziman: “Ji ber xebata sondajê xweza jehrî bûye. Hemû berhemên organîk taybetiya xwe winda kirine. Ne tenê mijara organîk e. Li esnafên li dijî vê dertên jî zextan dikin. Ji gele kesî re gotine ‘em kar didin we, an jî hunê betal bimînin’. Me neçar man dukana xwe bigirin. Dixwazin kesên têdikoşin tenê bihêlin.”   Hulyayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Marketên girêdayê sermayê tiştekî der barê komkujiya xwezayê de nakin. Me esnafên Artvînê bi hev girt. Lê BÎM, A 101 tiştek nekir. Yên dîsa li Artvînê bimînin emin. Ji ber em Artvînê diparêzin. Ez ji zextan natirsim.”