Li Çiyayê Cûdiyê şewat 2018-08-27 10:46:59   ŞIRNEX - Piştî bombebarana li Çiyayê Cûdiyê li herêmê Girêçolê şewat derket.   Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê de di çarçoveya operasyonên leşkerî de ji qereqola Hîsarê bombebaran hat kirin. Di encma bomberana ku hat kirin de li Çiyayê Cûdiyê li herêma Girêçolê li qada daristanê şewat derket. Şewata ku derket her ku diçe belav dibe û ji bajêr ve jî belavbûna şewatê tê dîtin.   Heta niha tu mdaxele li şewata ku derket nehat kirin û operasyonên leşkerî yên li herêmê jî berdewam dikin.