Saliha Aydeniz: Dixwazin Dersimê tune bikin 2018-08-25 09:01:13   DERSÎM - Agirê ku bi daristanê Dersimê ket 18 rojî dewam kir û gelek qad şewitîn û bi sedan zindîwaran jiyana xwe ji dest dan. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Saliha Aydeniz diyar kir ku agir bi zaneyî hatiye pêxistin û got:"Hewl didin ku li Dersimê koçberî pêk were û tune bikin."   Ji bo xebatên vemirandina agirê Dersimê ku walîtiyê tenê lê mêze dikir, Parlamentera HDP'ê ya Amedê Saliha Aydeniz çûbû Dersimê. Salihayê got ku agirê Dersimê bi heftan domiyaye. Salihayê anî ziman ku wekî hincet operasyon tê nîşandan û bi zaneyî agir bi daristanan tê xistin.    'Daristanên me zindî zindî şewitandin'   Îsal jî li gelek herêmên Dersimê daristanên me zindî zindî şewitandin. Bi vî agirî dixwazin ku hemû qadên jiyanê tune bikin. Ev qadana yên ku gelê Dersimê bi mozên hungiv debara xwe dikine. Loma tê xwestin ku mirovên vir koç bikin.    'Pêxistina agirê bi daristanên li herêmê, polîtîk e'   Salihayê da zanîn ku agirên bi herêmê dikeve polîtîk e û got:"Bi heftane ku agir li herêmên Dersimê dikeve lê ji bo bê vemirandin tu tiştek nayê kirin. Ji bo agir bê vemirandin me di çarçoveya Navenda Giştî serîlêdan kir lê dewletê mudaxaleyî agir nekir. Walî û qeymeqam mudaxaleyî agir nekirin, her wiha kesên ku xwestin mudaxale bikin jî hatin astengkirin.    'Divê agirên ku bi daristanan dikevin di rojevê de bê hiştin û bê raporkirin'   Salihayê anî ziman ku ya girîng ew e ku agirên ku bi daristanan dikevin di rojevê de bê hiştin û wiha got:"Divê agirên ku bi daristanên herêman dikeve divê di qada navneteweyî de jî di rojevê de bimîne û di rojeva cîhanê de cihê xwe bigire. Yên ji xwezayê hez dikin, ekolojîst, divê biçin pêxistina agir di cihê wê de bibînin û vê yekê têxin rojeva cîhanê jî. Êrîşa îktidarê ya siyasî ku her sal êrîşî erdnîgariyê dike qirkirineke cidî ye. Divê ev qirkirina bê raporkirin."   https://www.youtube.com/watch?v=lpEaIq-FUi4&t=6s