‘Şewatên daristanan encamên polîtîkayên AKP’ê ne’ 2018-08-24 09:09:05   AMED- Rêvebera HDP’ê Mehtap Metîn diyar kir ku şewatên daristanan yên li Kurdistanê encama polîtîkayên hikûmeta AKP’ê ye û wiha got: “Dijminê xwezaya Kurdistanê ne. Divê hemû gelê kurd xwedî li xwezaya Kurdistanê dekeve.”   Li navçeyên Licê, Pasûr û Farqînê yên Amedê, li Mêrdîn, Şirnex û Dêrsîmê di dema operasyonên leşkerî de şewatên daristanan derdikevin û hîna didomin. Li navçeya Xozat a Dêrsîmê li Alîbogazi di encama top û bombebaranan de şewat derketibû û 3 hefteyan berdewam kir. Di encama têkoşîna gelê Dêrsîm û siyasetmedarên kurd de şewat xistin bin kontrolê. Tevî hemû hevdîtinên bi Walîtiyê re ji bo temirandina agir helîkopter nehat şandin û bi hezaran zindî mirin.   ‘Li hember xwezaya Kurdistanê bi kîn in’   Rêvebera HDP’ê ya Amedê Mehtap Metîn diyar kir ku şewatên mijara gotinê de polîtîkayek şer ya li hemberî tunekirina xwezaya Kurdistanê ye û wiha got: “Ev şewat hema hema her sal tên jiyîn. Ev şewatên li Licê, Pasûr, Farqîn û Dersîmê derdikevin ne tesadufin. Di encama operasyonên leşkerî de ev şewat dertên. Li hember xwezaya Kurdistanê kîna wan heye.”   ‘Hewl didin çand û xwezaya me tune bikin’   Mehtabê bi lêv kir ku di şewatên dertên de dar, nebat û sewal zirarek mezin dibînin û wiha pê de çû: “Ev şewat mafê sewalan ji dest digire. Hikûmet li hemberî zindiyên li Kurdistanê jî tehemul nake. Bi hincetan şewatan zêde dikin. Şerê çekdarî û siyasî têr nakeve vê carê gelê Kurd bi xwezaya wan terbiya dikin. Dixwazin çand û xwezaya me tune bikin. Di salên 90’î de gund şewitandin û niha jî dixwazin bi şewitandina xwezayê me ji vir bikin.”   ‘Emê xwezaya xwe biparêzin’   Mehtabê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bi şewitandina daristanan re sûcê mirovahiyê ya mezin tê kirin û got: “Dibêjin bi hinceta ewlehiyê operasyonan dikin. Li ku derê cîhanê ji ber ewlehiyê qada daristanê hatiye şewitandin? Ev komkujiye, ev şerekî polîtîke. Ne tenê daristan, dîrok, jin, zarok û jiyan tê hedef girtin. Di serî de Dêrsîmê emê li her derê xwedî li axa xwe derkevin û pêşî li van şewatan bigirin.”