Alternatîfek cuda ya hebûnê: Gundê Jiyanê yê Şanayê 2018-08-23 09:49:26   RÎZE - Sila Sena Ertaş a ku belgefilman dikişîne alternatîfa wekî Gundê Jiyanê yê Şanayê ava kir. Ev alternatîf di navbera mirovan û xwezayê de wekî pirekê ye. Dê çalakiya Şanayê ya duyem mihrîcana gund îro dest pê bike.    Sila Sena Ertaş 3 sal berê bi malbata xwe re ji Stenbolê koçî Navçeya Findikliyê ya Rîzeyê kir û li Behra Reş tiştekî yekem Gundê Jiyanê yê Şanayê ava kir. Silayê vê yekê wekî "Ji bo jiyanê alternatîfek cuda û teşeyê çalakiyê" pênase dike.    Şana li gor zimanê Lazî tê wateya xwedawend û xwezayê. Di nava çerxa ekolojik de hembêzkirina xwezayê ye ev alternatîfa ku Silayê ava kiriye.    'Dema ku mirov li dijî mêtingeriyê derkeve divê nebe çerxa mêtingeriyê'   Silayê wiha got:"Min bi alternatîfek wiha jiyana ku ez xeyal dikim ava kir. Tenê bi daxuyanî û çalakiyan jiyana ku em dixwazin em nikarin ava bikin. Dema ku mirov li dijî mêtingeriyê derkeve divê nebe çerxa mêtingeriyê."   Çalakiya duyem di 23-24-25'ê Tebaxê de ye   Silayê anî ziman ku wê bi van çalakiyên xwe xwestiya ku balê bikişîne ser îstismara li ser zarokan û got:"Em ê di 23-24-25'ê Tebaxê de mîhrîcanê li dar bixin. Dê gotubêj û muzîk jî bên çêkirin. Ji bo cesareta avakirina alternatîfên nû ev mîhrîcan girîng e. Dibe ku em cesaretê bidin mirovên cuda. Em plan dikin ku atolyeyên parastina rewa jî ava bikin."