Parastina çanda destar wekî erk daye ser milên xwe 2018-08-19 09:02:37   Ronîda Hacî     TIL TEMIR - Destar yek ji çanda kevin ya dapîr û bapîran e. Emîna Isa jî parastina vê çandê dike û her zindî dihêle.   Emîna Isa ya 57 salalî  ku ji pêkhateyên ereb e ,5 zarokên wê hene û  yek ji jinên gundê Til Farûq e. Destar ji dapîr û baîrên wê jê re mîrate maye û her karê xwe yê hêranê bi destêr dike. Emîne ji bo ku çanda dapîr û bapîran nede jibîrkirin heta ji destê wê tê vê çandê diparêze.   'bila pêşketina teknîkê çanda me tune neke '   Emîna diyar kir ku çanda mirov dîroka mirov e û wiha pêv çû "Ji zaroktiya min de dayika min min fêrî bikaranîna destêr kir.  Wê demê hemû jinan bi destên pêdiviyên xwe ya hêranê bi cih dianî. Lê niha ev çand gelek kêm bûye. Sedema wê jî  pêşketina teknînkê ye. Pêşketina teknîkê girîng e lê nayê wateya ku mirov dûrî çanda xwe ya resen bikeve, ji ber ku parastina çandê, parstina nasnameya mirov e. "   'Bi kêfxweşiyek pir mezin destar didim cîranan '   Emînayê di berdewamiya xafitna xwe de ev tişt got "Gelek caran cîranên min destar dixwazin ji bo ku  genim an jî nîskan pê bihêrin. Ez bi kêfxweşî destar didim wan. Ji ber ku ez dixwazim ev çand têk neçe. Ez ji bo malê genim û nîskan pê dihêrim. Ekla tiştên bi destêr tên hêran jî cuda ye.   'Ez ê her çanda xwe biparêzim'   Emînayê di dawiya axftina xwe de wiha bilêv kir "Ez ê heta dawî parastina çanda xwe bikim û erka her jinekê ye ku çanda xwe bi parêze.  Ji ber ku çand bi destê jinê hatiye afrandin  û çand ji çandiniyê hatiye. "