Şewata li Bêşebabê derket hat vemirandin 2018-08-18 15:33:17   ŞIRNEX - Duh şewata ku li bejahiya Bêşebabê derket vê sibehê hat vemirandin.   Li navçeya Bêşebab ya Şirnexê li gundê Gelejêr duh li qada daristnaê şewat derketibû. Şewat vê sibehê hat vemirandin. Şewata ku di serî de gundiyan bi derfetên xwe mudaxele lê kirin, piştre bi alîkariya Muduriyeta Daristanan û bi tîmên agirkujê yên şaredariyê şevadin di saetên dereng de girtin bin kontrolê.   Şewata ku bi giştî heta serê sibehê hat vemirandin zerareke mezin da qada daristanê.