Şewata li daristanên midyadê derket hat vemirandin 2018-08-18 15:29:58   MÊRDÎN – Li gundên Qartmîn, Zînewle, Keferbê, Xirbêxelîd û li Devrîka yên navçeya Mîdyatê piştî 3 rojan şewata ku li daristanan derket hat vemirandin.     Li gundên Qartmîn, Zînewle, Keferbê, Xirbêxelî û Devrîka yên  navçeya Mîdyata Mêrdînê şewat ku li daristanan derket piştî 3 rojan hat vemirandin. Agirê ku hat îdakirin ji gelaşê pêketiye li daristanê belav bû. Piştî hewildana 3 rojan bi piştgiriya Muduriyeta  Daristanan a Midyadê, tîmên agirkujê yên şaredariyê û bi alîkariya  welatiyan îro hat vemirandin.