Şewata daristanan a li Dêrsimê belav dibe 2018-08-16 13:41:04   DERSIM - Şewata li Dersimê ya piştî operasyona leşkerî û bombebarana balafirên şer rû da li herêmê belav dibe û bi hezaran hektar qada daristanê şewitî.    Piştî operasyona leşkerî ya li Deşat Bozan, herêmên Zogar, Derekoy, Kozûlca, Koçkozûlca, Zengî, Degîrmendere, Dundul, Geyîksûyû û Alîbogazi yên li navçeyên Pilur, Çemîşgezek û Xozadê yên Dersimê hat meşandin, li herêmê şewat derket. Ji ber şewatê herêmek ji hezar hektarî zêdetir şewitî.   Hat diyarkirin ku destûr nayê dayîn kes şewatê vemirîne. Desteya Parastina Mûnzûrê derbarê şewatê de daxuyaniyek nivîskî weşand û ji bo vemirandina şewatê, bang kir.