Li dijî qirêjiya Tesîsa Sokum a Keştiyan a Alîaga bêdeng nemînin 2018-08-08 10:38:22   ÎZMÎR - Tevî dîmenên ku Tesîsta Sokum a Keştiyan a Alîaga derdorê qirêj dike hatiye tespîtkirin û qeydên deng ên der barê îdayên kaçaxiyê de jî tu kar û barê hiqûqî nehatiye destpêkirin.   Di civîna mijara ekolojiyê ya ‘Yerel Gundem 21’ ya li salona Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê pêk hat de  dîmenên ekîbên Ewlehiya Peravê ji hewayê ve kişandine û axaftinên qeyda deng yên der barê kaçaxvanî û qirêjiya derdorê ya Tesîsta Sokum a Keştiyan a Alîaga pêk tîne, hatin rojevê.  Gelek kesên ji rêveberiyên herêmî tevlî civînê bûn û  piştî civînê  der barê mijarê de kesekî der barê vekirina lêpirsînê de daxwaz nekir.   Di dîmenan de tê dîtin ku sotemeniya ji keştiyan  dirijê behrê bi awayekî dîtbarî qirêj dike û di dîmenên 31’ê Gulana 2006’an de  di qeyda deng de serbazek wiha dibêje: “Cihên ku bi awayê kaçax  lê tê xebitandin ev der in. Ji keştiyan digirin û ji van deran digirin hundir.” Di dîmenê 1’ê Kanûna 2007’an de jî  tê dîtin ku ji keştiyên xurdeyên bi navê Mandalena Ferry û Neptunîa behrê gelek qirêj dikin.   Nayê zanîn ev keştî bi çi awayî û ji ku hatine, her wiha dîmenê der barê vê de hene an na, nehatine lêpirsînkirin.  Berê der barê keştiya bi navê Kuîto FPSO û keştiyên Ethan de  biryara rawestadinê hatibû dayîn. Yek ji rêveberên Kargeriya  Keştiyan a Solum ya Şîmşekan Adem Şîmşek û  kurê serokwezîrê bedê yê Tirkiyeyê Baînalî Yildirim, Erkan Yildirim di 12’ê Nîsana 2016’an de li Sîngapurê di gazînoyekê de hatibûn dîtin.  Her wiha tê îdiakirin ku di salên borî de  Erkan Yildirim jî hevkarê şîrketek keştiyan bûye.