‘Dixwazin Tirkiyeyê veguherin cihê ji agir’ 2018-08-01 09:17:34   MÊRDÎN - Ji Serokatiya Dîwana KCD’ê Mekiye Guzel bal kişand ser şewatên daristanan ên ji ber operasyonên leşkerî li Kurdistanê pêk tê û wiha got: “Dixwazin bi van polîtîkayan Tirkiyeyê biguherin qada ji agir. Ger helwest neyê nîşandan wê ev agir hemû Tirkiyeyê dorpêç bike.”   Li Kurdistanê her sal di havîn û biharê de di bin navê operasyonan de bombebaran tê kirin û bi van bi hezaran dar û cureyên zindiyan tê tunekirin. Îsal li Amed, Dêrsîm, Şirnex û Mêrdînê ji ber şewatên derketin bi hezaran hektar daristan hatin şewitandin. Li herêma Omeryanê di 25’ê Tîrmehê de qedexeya derketina derve hat îlankirin û piştî vê şewat derket û 2 rojan berdewam kir. Ji serokatiya Dîwana KCD’ê Mekiye Guzel diyar kir ku li gorî agahiyên ji gundiyan girtine, şewat bi zanebûn hatiye derxistin.   ‘Şewat bi zanebûn hatiye derxistin’   Mekiyeyê bi lêv kir ku bi gundiyan re hevdîtin kirine û wiha pê de çû: “Bi qasî me fêm kir şewat bi zanebûn hatiye derxistin. Tevî ku gundiyan agahî daye rayedaran, agirkuj neşandine. Lê li gorî daxuyaniyên Walîtiyê gelek agirkuj çûne herêmê. Lê gundiyan got tiştekî wisa tune ye.”   Mekiyeyê daxuyakirin ku gundiyan bi derfetên xwe şewat temirandine û got: “Ev polîtîkayek e. Tevî OHAL hatiye rakirin jî li gundan OHAL dewam dike. Dibêjin OHAL qedyaye lê pêkanînên pir cuda em dibînin. Bi şewatan a tê armanckirin gundiyan ji herêmê dûr bixin. Li Licê, Dêrsîm û Pasûrê jî şewat derketin. Gundiyan diyar kirin ku rewşa ku şewatê derbixe tunebûye û ev şewat bi zanebûn hatiye derxistin. Ji bo temirandinê jî ekîb neşandine.”   Mekiyeyê bang li hemû saziyên demokrasî û bi wijdan kir û got divê li dijî şewatan bêdeng nemînin.