'Bi şewata daristanan re jiyana gel dikeve xeterê' 2018-07-30 14:03:54   AMED - HDP, KCD û DBP'ê jî berî bi du rojan di encama lêkolîna ku li Licê û Pasûrê kirin de daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi operasyonên li Kurdistanê tên kirin re şewat zêde bûye û ev şewat jiyana welatiyan jî dixe xeteriyê.   Heyetek ku ji Partiya Demokratîk Gelan (HDP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) pêk dihat di 28’ê mehê de çibû navçeyên Hezro, Licê û Pasûr ên Amedê û şewatên ku ji ber operasyonên leşkerî derketibûn, di cih de lêkolîn kiribûn. Heyetê li navenda HDP’ê ya Amedê derbarê lêkolînên  xwe de daxuyaniyek da çapemeniyê. Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Mûsa Farisogûllari, Dersim Dag, Remziye Tosûn, Salîha Aydeniz ve Semra Guzel, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Endamên Dîwana hevserokatiya KCD’ê û gelek kes  tev i daxuyaniyê bûn. Hevseroka DBP’ê ya Amedê Naşîde Toprak diyar kir ku her sal bi zanebûn agir bera daristanan didin.    'Xeterî neqediya ye'   Naşîde Toprak parlamenterê Amedê Musa Farisogûllari lêkolînên ku li Pasûr û Licê kiribûn ragihand. Musa şewatên ku ji ber operasyonên leşkerî li gelek deverên Kurdistanê derketine bi bîr xist û wiha got: “Ji Dersimê heta Amedê ji ber bombebaranê şewatên micid derdikevin. Hat gotin ku Rewşa Awarte rabûye, lê di rastiyê de tenê navê wê hatiye rakirin. Roja ku hat gotin Rewşa Awarte rabûye ve şewatên daristanan li Kurdistanê dest pê kirin. Em çûn Pasûr û Licê û me lêkolînan kir. Piştî bombebaranan şewat derketine û ji ber qedexeya derketina derve gundiyan nikaribûye mudaxale bikin. Şewatên li herêma Esakr û Dorşînê yên Pasûrê hatine vemirandin. Gundiyên ji gundên Kerwas ve Helhelê yên Licê ragihandin ku ji ber bombebaranê şewat derketiye û li qadeke berfireh berbelav bûye. Li vê derê me bi gundiyan re bi rêbazên hovaber agir vemirand. Lê hê jî li herêmê talûke heye.”   ‘Gelê me ne bitenê ye’   Musa da zanîn ku ji pêkanînên ku bi salan hatine ceribandin tiştek dernayê û got ku divê dewlet ji vê yekê fam bike û dev ji van rêbazan berde. Musa di berdewamê de ev tişt anî ziman û axaftina xwe bi dawî kir: “Helwdanên me ji bo seranserê Tirkiyeyê pêşxistina çareseriyê ye. Di nêzikbûna rayedarên hikumetê de ji ber dijminahiya wan a li hemberî gelê kurd, pêkanînên ku dibin sedemê mirina mirovan hene. Em bang li rayedarên hikumetê dikin. Em vê nêzikbûna hovane ya li hemberî gelê xwe qebûl nakin. Ji niha şûn de jî dê hewldanên me bidomin û em ê gelê xwe bi tenê nehilin.”