Heyeta KCD, HDP û DBP'ê çûn Pasûrê 2018-07-28 12:12:36   AMED - Heyetek ku ji KCD, HDP û DBP'ê pêk tê çûn herêma Dorşîna li Pasûra ku piştî operasyonên leşkerî agir bi daristanên wê ket.    Li Bajarokên Nedrexuş, Mezrasor, Simetak, Delêderê, Axcana û Dêrikê yên girêdayî Kuçeya Eskarê ya Pasûra Amedê operasyonên leşkerî didomin.    Piştî operasyonê bi topên ku leşkeran avêt agir pê ket û agir her ku diçe gurtir dibe. Ji herêmê agahî nayê girtin.    Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosun, Dersim Dag, Semra Guzel û Musa Farisoglu, Hevseroka HDP a Bajarê Amedê Filiz Buluttekin û Hevseroka DBP'ê ya Bajêr Naşide Toprak, heyeta ku ji partiyan pêk tê, ji bo mudaxaleyî agir bikin çûn herêmê.    Her wiha hat diyarkirin ku li Kuçeyên Mişrif û Helhelê yê Licê ya Amedê operasyon dest pê kiriye. Li herêmê tevgera bafirokan didome û dengên pevçûnê tê.