Ji ber santrala termîkê jiyana mirovan di bin tehdîdê ye 2018-07-28 09:06:07   ŞIRNEX - Li Sîlopiyê santrala termîkê ya di 2009’an de ket faliyetê û aydê Koma Enerjiyan a Cînere, rê li rîska ku zarok ji ber jinan diçe vedike. Her wiha nexweşiyên pençeşêr û dil jî her diçin zêde dibin.    Santrala termîkê ya aydê Koma Enerjiyan a Cîner a li navçeya Sîlopiya Şirnexê di navbera gundê Gorumlu û Çalişkan de cih digire jiyana welatiyan tehdîd dike. Lîsansa hilberînê ya ewil di 2004’an de hat girtin û di 2015’an de jî unîteya sêyemîn a santralê hat avakirin û du pixêriyê wê hene. Gel bertek nîşanî rewşê didin û diyar dikin ku divê santral bi rêk û pêk bê kontrolkirin an jî bê girtin.   Nexweşiyên dil û pençeşêrê zêde bûn   Zahîde Sansur a li navçeyê dijî, diyar kir ku santral rê li ber nexweşiyan vedike û hefteyên borî ciwanekî 20 salî ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji dest daye û got: “Vê santralê tiştek bi me re nehişt. Ne zarokên me ne jî em nikarin tiştekî bikin. Her kes dibêje em ê kengî nexweş bikevin. Bandora wê pir mezin e. Mirov zivistanê ji hewaya navçeyê fêm dikin. Bi salane em ji ber nexweşxaneyan nayên malê.”   ‘Rêjeya jiberçûna zarokan zêdebû’   Zahîdeyê daxuyakirin ku nexweşiyên dil û pençeşêrê bi awayekî cidî zêde bûne û wiha got: “Her kes nexweşiyek wan heye. Jinên ducanî zarok ji ber diçin. Rêjeya jiberçûna zarokan pir zêde bûye. Jiyana me di xetereyê de ye. Em nikarin ji ber dumanê bîhna xwe bigirin. Fîltreyên baş lê naxin. Ji ber nayên kontrolkirin jiyana mriovan di bin tehdîdê de ye. Ji bo zarokên me rîsk in. Bila êdî dengê me bibîhizin.”   Zirarên santralê yên ji bo mirovan û derdorê çi ye?   *Di satrala termîkê de di dema hilberînê de  azotoksît, kukurtoksît û gelek patîkulên din dertên holê. Ev madeyên bi zirar tehdîdê li tenduristiyê dike. Li gorî lêkolînên hatine kirin ev made bandorek mezin li ser mirovan dike.   *Tenê mirov bi bandor nabin. Ev gaz zirarê didin sewalan jî. Her wiha çandinî û çavkaniyên avê, daristan jî bi bandor dibin.   *Dumana ji pixêriyan dertê ji aliyê mirovan tê kişandin. Di vê rewşê de rîska pençeşêrê zêde dibe.   *Gazên bi zirar ên li hewayê belav dibin sedema çêbûna baranên asîtê. Di encama vê de ax xera dibe û dewlemendiya xwe winda dike.     *Bihara santralan tevlî ava çavkaniyan dibe. Ev jî zirarê dide zindiyan.