Tevgera Ekolojiyê bang li hikûmetê kir: Şewatê bisekinînin 2018-07-27 14:06:33   AMED - Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ji ber bolelat şewatê peyamên piştevaniyê ji gelê Yewnanistanê re şand û bang li hikumetê kir ku şewata li Çiyayê Cûdî û Herêma Omeryan vemirîne.   Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê (MEH), derbarê bolelat şewatê ya Yewnanistan û şewata li Herêma Omeryan a Mêrdînê û Çiyayê Cûdî yê Şirnexê daxuyaniyeke nivîskî da. MEH’ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku di demên wiha de pêwistî bi bilindkirina piştevaniyê heye û ev tişt ragihand: “Çawa ku oksîjena darekî sînoran nas nake divê di demên wiha de piştevanî weke oksîjena daran sînoran nas neke. Bi van hestan em dixwazin peyamên xwe yên piştevaniyê ji gelê yewnan re bişînin.”    'Qadên jiyanê tên tunekirin'   MEH’ê di daxuyaniya xwe de balkişand ser şewatên li Kurdistanê û bi bîr xist ku her sal bi awayekî rêk û pêk ji ber polîtîkayên ewlehiyê û operasyonên leşkerî bi hezaran donim daristan tên şewitandin û tûnekirin. Di berdewama daxuyaniyê de şewata li herêma Omeryan a Mêrdînê û Çiyayê Cûdî yê Şirnexê jî hat bibîrxistin û ev tiş hatin vegotin: “Bi van qadan re li Licê, Dersim, Çewlik, Mûş û Agiriyê jî daristan tên şewitandin û qadên jiyanê bi operasyonên leşkerî tên tunekirin. Her wiha di encama heman konseptê de gelî û qûntarên çiyayên Kurdistanê ji ber bendavên ku tên çêkirin di bin avê dimînin. Hestyariya rayagiştî ya li dijî vê yekê girîng e.”   'Şewatê rawestînin'   MEH’ê di berdewama daxuyaniya xwe de bobelata şewatê ya Yewnanistanê jî bi bîr xist û diyar kir ku sedema şewatan nikare tenê faaliyetên mirovan bên nîşandan û sedema herî mezin polîtîkayên îmarê yên kedxwar û yekdest e. Di dawiya daxuyaniyê de bang li raya giştî ya Tirkiye û hikumetê hat kirin ku li dijî şewata daristanan derkevin, operasyonên leşkerî yên ku dibin sedema şewata daristanan bên rawestandin û şewata li herêma Omeryan a Mêrdînê û Çiyayê Cûdî yê Şirnexê ben vemirandin.