Li Omeryanê bi sedan dar û baxçe bûn xwelî 2018-07-27 10:04:35   MÊRDÎN - Li Herêma Omeryanê ya girêdayî Nisêbînê piştî operasyona leşkerî hat destpêkirin qada daristên ku bi sedan hektar e ji ber şewata ku derket bû xwelî.   Li Herêma Omeryan ya girêdayî Nisêbîna Mêrdînê, piştî operasyona leşkerî ku bi tevlibûna gelek leşker û cerdevanan hat destpêkirin, şewat derket û di encma şewata ku derket de bi sedan qada daristanê bû xwelî. Şewata ku leşker û cerdevanan derxist û venemirandin ku nehiştin welatî jî mudaxele bikin gîha gundê Çalê û mezrika girêdayî wê Serêkaniyê û pişître jî  gîhadibû gundê zanayê kurd ê Musa Anter Stîlîlê.  Şewata ku du rojan berdewam kir pitî ku gîha gund û rezan gundiyan bi hewldana xwe beşek jê vemirand.