Berxwedana li Arxozliyê didome 2026-11-27 13:37:27   AMED - Li gundê Arzoxliyê talana ji ber çêkirina GESê berdewam dike. Di roja 37'emîn a nobeta li dijî çêkirina GES'ê berxwedana jinên gund jî didome.   Li gundê Arzoxliyê yê navçeya Sûrê ya Amedê, nobeta ku bi pêşengiya jinan li dijî projeya Santrala Enerjiya Rojê (GES) ya ku gefa talanê li qadên jiyanê dike di roja 37'emîn de berdewam dike. Weke rojên borîn jinên ku di nobetê de xwestin bikevin qada talanê lê ji aliyê leşkerên parastina talana xwezayê dikin ve hatin astengkirin.   Nobeta şêniyên gundê Arzoxliyê ya li dijî çêkirina GESê û talankirina zevî û çêregehên gund berdewam dike.