Berxwedana li dijî GES'ê ya li Arzoxliyê di roja 31'ê de didome 2026-11-21 15:44:16   AMED - Çalakiya nobedê ya li Arzoxliyê ya li dijî projeya GES'ê hat destpêkirin, di roja 31'emîn de didome.    Berxwedana ku bi pêşengiya jinan li gundê Arzoxlî yê navçeya Sûr a Amedê li dijî projeya Santrala Enerjiyê ya Rojê (GES) a şîrketa Zenkar-1'ê hat destpêkirin, di roja 31'ê de didome. Ji şêniyên gund gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.   Welatiyên ku li nava gund li hev kom bûn, bi dirûşmeya "Em axa xwe nadin" derbasî konê nobedê bûn.