TJA’yê piştgirî da nobeta li dijî JES’ê ya li Gimgimê 2026-11-09 21:53:41   MÛŞ - Çalakiya nobetê ya li dijî projeya santrala jeotermal a li Gimgimê di roja 190’emîn de berdewam dike. Aktivîstên TJA’yê ji bo piştgiriyê serdana cihê çalakiyê kirin.   Çalakiya nobetê ya ku ji aliyê Meclîsa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê ve li dijî projeya Santrala Jeotermal ya ku ji aliyê IGNIS H2 Energy Production Inc. ya li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve li gundê Xwarik ê navçeya Gimgimê ya Mûşê tê plankirin bê destpêkirin, ketiye roja 190’emîn.   Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo hevgirtinê serdana cihê çalakiyê kirin, li wir pankartek bi nivîsa "Gelê Vartoyê santrala jeotermal naxwaze. Dest nede ava min, axa min" hate hilgirtin.   Çalakiya nobetê ya ku ji aliyê gundê Mengel ve hatiye dewrgirtin, berdewam dike.