Li Erzoxliyê nobed di roja 13'an de ye 2026-11-03 16:10:37   AMED - Çalakiya nobetê ya li Arzoxliyê ku li dijî projeyeke GES'ê hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 13'emîn de berdewam dike.   Çalakiya nobetê ya di konan de ku li taxa Arzoxliyê ya navçeya Sûrê ya Amedê li dijî projeya plankirî ya Santrala Enerjiya Rojê û Tesîsa Depokirina Enerjiyê ya Zenkar-2” hatiye destpêkirin, kest roja xwe ya 13'emîn. Di demekê de ku şîrket tevî pêvajoyên hiqûqî yên berdewam û bi parastina cendirmeyan xebatên xwe yên têkildarî projeyê didomîne, niştecihên herêmê jî çalakiya xwe ya nobedê ya di konan de berdewam dikin. Niştecihên herêmê ku nerazîbûna xwe tînin ziman, careke din ber bi cihê ku GES lê tê çêkirin ve meşiyan. Di dema meşê de dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Bijî berxwedana Arzoxliyê”, “Çêrgeh yên me ne û dê yên me bimînin”, “Av û axa me hebûna me ne” û “Maf, hiqûq û edalet” hatin berzkirin.   Girseya ku careke din ji aliyê leşkeran ve hat astengkirin, carekedin vegeriya kon û çalakiya xwe ya nobedê berdewam kir.