Li Arzoxliyê çalakiya li dijî GES'ê didome 2026-10-28 14:33:21   AMED - Çalakiya gundê Arzoxliyê ya li dijî projeya GES'ê didome. Gundiyên ku li dijî GES'ê çalakî li dar dixin diyar kirin ku ew ê heya bi ser bikevin çalakiya xwe bidomînin.   Li gundê Arzoxliyê yê bi ser navçeya Sûrê ya Amedê ve hewldana çêkirina projeya GES'ê û li hember vê projeyê çalakiyên şêniyên gund berdewam dikin. Şîrketa ku dixwaze projeya GES'ê li ser zeviyên gund çêbike bi rojan e li gel leşkeran dikeve qada projeyê û şêniyên gund li dijî vê yekê têkoşîn didin. Şêniyên gund bang li rayedaran kir ku ew xebata tê kirin bidin rawestandin û gotin ku divê ne leşker rayedarên şîrketê derkevin pêşberî wan û hesaba vê yekê bidin. Gundiyan dan zanîn ku ew xwediyê axê ne û ji bilî axa proje li ser tê çêkirin tiştek tuneye ku debara xwe pê bikin. Gundiyan herî dawî gotin ku heya çêkirina vê projeyê neyê rawestin ew ê li ber xwe bidin.