Li Bîstanê Bajêr ê Komunal çinîna pêşîn 2026-08-19 09:58:57   AMED - Şaredariya Peyasê ji bo parastina mîrateya çandiniyê, tovên herêmî û zêdekirina hilberîna çandiniyê xebatên xwe didomîne. Di çarçoveya projeya “Bîstanê Bajêr ê Komînal ê Jinan” de ku ji aliyê Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan ve li seraya şitildanînê ya Gerînendetiya Park û Baxçeyan hatibû avakirin, berhemên pêşîn hatin çinîn.   Bîstanê Bajêr ê Komînal ê Jinan ku bi pêşengiya Yekeya Xurtkirina Aboriya Jinan tê birêvebirin, bû wesîle ku jinên ji taxên cuda yên navçeyê bên cem hev. Ev projeya ku bi armanca xurtkirina têkiliya kolektîf a bi axê re hatiye destpêkirin, di heman demê de derfetê dide ku jin kedeke hevpar bidin.   Berên pêşîn hatin çinîn   Di bîstanê komunal de, ji bo parastina tovên herêmî yên ku genetîka wan nehatiye guhertin, sewzeyên wekî behcan, îsot, fêkî û bamye hatibûn çandin. Niha jî berên pêşîn ên ku şîn hatine tên çinîn. Li bostanê ku bi keda hevpar a jinan mezin dibe, jin hem tevkariyê li pêdiviyên malên xwe dikin hem jî jiyana xwe ya aborî xurt dikin.   'Bêhn û ruh dide siberoja me'   Piştî berhevkirina berheman, Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan bal kişand ser rola tovên herêmî di çandiniya domdar de û ev tişt gotin: “Pêvajoya me ya hilberînê ku me bi bikaranîna tovên xwezayî daye destpêkirin, îro berhemên xwe dan. Bêhneke xwezayî ji bostanê me tê û em bi vê hilberînê re pir kêfxweş in. Bi vê xebatê em hem cihêrengiya biyolojîk a herêma xwe û mîrateya wê ya çandî diparêzin, hem jî alîkariya xurtkirina aboriya jinan dikin. Zêdekirina van qadan û hilberîna bi tovên herêmî, ruh dide siberoja me. Em ê xebatên xwe yên bi vî rengî bê navber bidomînin.”   Ruhê hevgirtinê xurtir dibe   Bîstanê Bajêr ê Komînal ku bi nêzîkatiyeke demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan tê meşandin, ne tenê bi hilberîna sewzeyan sînordar e. Ew her wiha di nav jinan de têkiliyên civakî xurt dike û piştgiriyê dide aboriya malbatê.   Armanca sereke ya vê projeyê ew e ku piştgiriyê bide pêvajoyên hilberîna xwezayî, rola jinan di nava aboriyê de xurt bike û tovên xwezayî bigihîne nifşên nû.