Serhildana li dijî JES'ê di roja 75'an de ye 2026-07-16 16:17:53   MÛŞ - Li gundê Xwarikê yê Gimgimê nobeda ku li dijî projeya JES’ê hatîl destpêkirin, gundê Qûlan dewr girt.   Nobeda ku Meclisa Ekolojiyê ya Gimgimê li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) ku ji aliyê Şîrketa IGNIS H2 ya Amerîkî ve tê xwestin li gundê Xwarik ê navçeya Gimgim a Mûşê bê çêkirin, berdewam dike. Di roja 75’emîn a nobeda konan de pankarta “Gelê Gimgimê santrala ceyranê ya jeotermal naxwaze.”, “Em xweza, bawerî û dahatûya xwe diparêzi” “Kok, gund û têkoşîna me li vir e. Em li vir in” hat daliqandin.    Çalakiya nobedê gundê Qûlan dewr girt.